PeyamaKurd – Seyid Maşallah di 23yê Temuza 2022yan koça dawî kir.
Seyid Maşallah Karataş di sala 1938ê li Tetwanê hat dinyê û 7 sala di medreseyê de xwendiye. Karataş di medreseyên Tetwanê ya SAK li Bilîsê de Qesrik û li Rojavayê Kurdistanê di Medreseya Xeznewî de xwendiye.
Herwiha ji sala 1957an heta sala 1961ê li Erdîşê Muderisî û melatî kiriye.
Di sala 1958an tevlî hinek hevalên xwe li ser pirsa Kurdî xebitiye û sala 1965an tevlî refên PDKT bûye. Ew hevalê Saît Elçî, Faîk Bucak û Şerefettin Elçî bûye. Muxtira 1971an de hatiye girtin. Piştre jî çalakiya xwe ya siyasî PDKT(KUK)ê berdewam kiriye. Li devera Bilîsê berpirsiyariya partiyê kiriye. Darbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980an de car din hatiye girtin.
Seyid Maşallah ji malbata Seyîdên BILWANISÎ ye. Ew di heman demî de tevlî teriqeta Nekşîbendî bû.
Herwiha Seyid Maşallah roja 23ê Temuza 2022ê koça dawî kiriye.
Seyid Maşallah di heman demî de rûsipiyek yê herêma Serhedê bû û kesayetek bi xwedî îhtiram û dilovan bû.
Herdem li ser rêbaza Barzaniyê Nemir maye û şervanek yê rêbaza Barzanî bû. Seyid Maşallah yek ji wan kesan bû ku di dema xwe de li Hac, Umran ziyareta Barzaniyê Nemir kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin