PeyamaKurd – Îtirafek balkêş a Îranê ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve hat. Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser mijara Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî ku di sala 2020an de di êrîşa hewayî ya Amerîkayê de hat kuştin, tifaq kirine.
"Îraniyan got, 'Divê em li baregehên we bixin da ku îtîbara xwe biparêzin'."
Trump destnîşan kir ku êrîşên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê piştî kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve ji berê ve hatiye hişyarkirin û wiha got: Îraniyan telefonî me kirin û gotin, “Guhdarî bikin, bijardeya me nemaye. Divê em we gulebaran bikin. Ji ber ku em hurmetê didin xwe û min ew fêm kirin.
Trump destnîşan kir, piştî vê kuştinê Îranê pê re têkilî daniye û wiha got:
“Ev çîrokek e ku min berê qet negotiye. Dema Îranê balafireke me ya bêfirokevan xist, temenê wê 14 salî bû. Ne pir bi qîmet bû. Li nêzîkî wê balafireke motorê ya mezin hebû ku 39 endezyar û pîlot tê de bûn. Min ji generalan pirsî, Min ji generalan pirsî, 'wan li balafira piştî wan xistine?' wan gotin, Na ezbenî, nekirin.”
Min got ev balkêş e. Lê diviyabû me li Îranê bixista, lewma me li wan xist. Me radar û tiştên wan ên cuda seqet kir û min daxuyanî da ku ger li dijî me bên em ê tiştên ku qet nedifikirîn li wan bikin.
Îraniyan gazî me kirin û gotin, çareya me nemaye, ji bo em îtibara xwe rizgar bikin divê em we bombebaran bikin, em ê 18 moşekan biavêjin navendeke leşkerî, lê xem neke, moşek nagihê baregehê. "Bi gotina wan temînat dan. Li gorî gotinan 18 moşekan diavêjin, 5 ji wan li hewayê îmha dibin. Yên din jî li derdora baregehê dikevin."
Îranê got ‘Me tola Qasim Silêmanî hilanî’
Li hember kuştina Silêmanî, Îranê herî kêm 22 moşek avêtin binkeya esmanî ya Eyn el-Esed a Amerîkî li parêzgeha Enbarê ya Iraqê û xalên ku leşkerên Amerîkî lê bi cih bûne li Hewlêrê.
Êrîş nîvê şevê destpê kirin û Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku ew êrîş wek tolhildana kuştina Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî ye ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kuştin.
Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî êrîşa moşekî ya Îranê li ser baregehên Amerîkayê li Iraqê weke “sîleyek li rû” pênase kir; Herwiha diyar kir, kuştina Qasim Silêmanî ber bi berxwedanê ve çû û got, “Ez serê xwe li ber şehîdbûna wî ditewînim.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin