PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bozhewayê (Bozova) Salih Kaçan ê 22 salî ket ava bednavê. Lê piştî demekî ji didara çav derket û kesên şahidên bûyerê xeberê dan pêwendîdaran. Li ser bûyerê tîmên noqavê û yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û piştî lêgerînê, cenazê Kaçan dîtin.
Ji bo karibin cesedê Salih Kaçan bibinin tîmên noqavê yên rêvebiriya asayîşa bajarê Rihayê çûn bendavê di nav yek seetekî de karibûn cesed bibînin.
Cesedê Kaçan birin morga nexweşxana dewletê ya Bozhewayê (Bozova).
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin