Wê Tirkiye û Erebistan gelek peyman îmze bikin

Wê Tirkiye û Erebistan gelek peyman îmze bikin

PeyamaKurd – Piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı ku bi fermana prensê Erebistana Si’ûdiyê ya Muhammed bin Selman li konulxaneya Erebistanê ya Îstenbolê hatibû kuştin, cara yekeme ku Selman seredana Tirkiyê dike. Selman li Kulliyê bi merasima fermî ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de hat pêşwazîkirin. Hevdîtina wan bi serê xwe du seet dewam kir. Piştî hevdîtina her dû serokan, wê di navbera her dû dewlatan de gelek peyman bên îmezkirin.

Di hevdîtinê de li ser babetên têkiliyên duqolî, herêmî û navdewletî axifîn.

Piştî hevdîtina her du serokan wê di navbera heyetan de hevdîtin bên kirin. Her weha wê her dû serok êvarê bi hevre şîvê bixwun. Selman berya here Tirkiyê, seredana Misrê û Urdinê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin