Li Yemenê genim li ber qedandinêye

Li Yemenê genim li ber qedandinêye

PeyamaKurd – Wezîrê plandananê û hevkariya navdewletî yê Yemenê Waid Bazîb ragihand ku li Yemenê hindik maye genimê wan biqede û ji bo ji bazarê bikirin, bangî Yekîtiya Awrûpa kir da ji Yemenê re alîkariya peydakirina bazarê bike. Bazîb, ragihandina xwe di ajansa SABA yê ya ku ajansa fermî ya Yemenê ye de kir.

Bazîb ragihand ku şerê Rûsya û Ûkraynayê li ser kirîna genim ya Yemenê bandorê kiriye. Wezîr Bazîb weha got:

“Me % 46 ê genimê xwe ji van her dû welatan dikirî. Genimê me yê ku heye yê stratejîke û wê di orta meha pêşiya me de biqede. Em ji Yekîtiya Awrûpayê daxwaz dikin ku ji me re bazarê peyda bikin da em ji wê bazarê genim bikirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin