PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do bi heşt keçên werzîşvanên bilindkirina giraniyê ku bûne yekemê palewaniya welatên Erebî re civiya.
Werzîşvan hemû welatiyê Herêma Kurdistanê bûn û wekî tîma Iraqê beşdarî palewantiya ku rojên 26 heta 31ê meha derbasbûyî li Hewlêrê birêve çû bûn û komek xelatên zêr û zîv û bronzê sitendin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li werzîşvanan kir û dûpat kir, pêk ve li gel malbatên wan bi wê serkeftina wan xweşhal in û şanaziyê pê ve dikin, herwiha hemû piştgîriyeke ji bo berdewamiya karwana werzîşiya wan derbirî û hêviya ber bi pêşveçûn û serkeftinên berdewam ji bo wan xwest.
Ji aliyê xwe ve werzîşvanan spas û xweşhaliya xwe ji bo pêşwazî û pêzanînên birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirîn û dûpat kirin ku ev piştgîrî handera wan dibê ji bo berdewamî û serkeftin û hengavên mezintir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin