Sîretkarê Xamaney û sererkanê berê yê Îranê mir

Sîretkarê Xamaney û sererkanê berê yê Îranê mir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şîretkarê leşkerî yê Rêberê Îranê Elî Xamaneyî û sererkanê berê yê artêşa Îranê Hesen Fîrûzabadî ji ber nexweşiyê miriye.

Li gorî ragihandina medya Îranê, îro danê sibê şîretkarê leşkerî yê rêberê Îranê û sererkanê berê yê hêzên çekdarên Îranê, Hesen Fîrûzabadî jiyana xwe ji dest da.

Wekî sedema mirina Fîrûzabadî “nexweşî” hatiye ragihandin û ti hurgilî nehatine belavkirin.

Hesen Fîrûzabadî sala 1951ê li bajarê Meşhed yê Îranê ji dayîk bûye û nojdarî xwendiye.

Dema ji aliyê Xamanêyî ve wek sererkan hat destnîşankirin, ti pileyeke wî ya leşkerî nebû, tenê besîcekî sade bû. Fîrûzabadî 27 salan sererkantiya hêzên çekdar yên Îranê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin