PeyamaKurd- Bi sedema tedbîrên bo Kovid-19 ê li bajarê Xarpêtê şaredarî li meydanê dikekî danî û bi xelkê fîlm da temaşekirin. Bo xelk neyê cem hev şertê temaşa sinamayê ew bû ku herkes di erebê de temaşa fîlm bike. Bo çi li meydanê temaşa fîlm dan kirin? Bo sedema Kovid-19 ê temamê sinemayan girtîne û xelk di malên xwe de gelek aciz bûne lewra bo wan li meydanê dika sînamayê danîn.
Ekrana sînamayê gelek mezine û li otoparkekî mezin hat danîn. Herkes ereba xwe danî ber ekranê û dest bi temaşa fîlm kir. Hem şaredarî bo temaşevanan vexwarin û gilgilê teqandî îkram kir.
Berya nexweşîna Kovid-19 ê, xelkê Xarpêtê di encama erdhejeka mezin de gelek zerara maddî û ya canî dîbû. Lewra şaredariya Xarpêtê bo piçekî xwe jibîr bikin û xemên xwe belav bikin, dest bi nîşandana fîlman kir ku ew fîlm heya niha nehatine ser ekranên televîzyonan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin