Kurdên Rojava li ser maseya Trump û Pûtîn

Kurdên Rojava li ser maseya Trump û Pûtîn

PeyamaKurd -  Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê sibê li paytextê Fînlandiyayê Helsînkiyê bicivin û wê rewşa Kurdên Rojava jî li ser maseya herdû lîderan be.

Wê mijarên wek jiholêrakirina çekên nukleerî, têkiliyên Rûsya û Amerîkayê û rewşa Kurdên Rojava li ser maseya Trump û Pûtîn be.

Wê bidawîhatina şerê li Sûriyê û pêvajoya derbasiya siyasî werin xeberdan.

Piştî vekişîna eskerên Amerîkayê, belavbûna Rûsyayê li herêmê û halê Kurdan li rojava wê werin nirxandin.

Eger Rûsya û Amerîka li hev bikin, wê Amerîka ji Rojava derkeve û Rûsya jî hebûna Îranê li ser sînorê Urdin û Îsraîlê kêm bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin