Azerbaycanê, bi Îsraîlê re pêngaveke nû da destpêkirin

Azerbaycanê, bi Îsraîlê re pêngaveke nû da destpêkirin

PeyamaKurd- Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Azerbaycanê yekem balyozê xwe ji bo Îsraîlê tayîn kir ku 30 sal in têkiliyên dualî berdewam dikin.

Hat ragihandin ku Azerbaycanê, di bin siya aloziyên bi cîranê xwe yê sînorî yê Îranê re berdewam in, yekem balyozê xwe li Îsraîlê tayîn kir.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, roja Çarşemê bi biryarnameya serokomariyê destnîşan kir û Muxtar Memedov ku berê di wezaretên derve û perwerdehiyê de erkdar bû, wekî Balyozê Îsraîlê destnîşan kir.

Her wiha Îsraîl a ku ji salên 1990î bi vir ve li paytexta Azerbaycanê Bakuyê xwedî balyozxane ye, di şerê navbera Ermenîstan û Qerebaxê de piştgiriya dîplomatîk dide Azerbaycanê.

Li gorî agahiyên tên parvekirin, ji %40 ji hinardekirina petrola Îsraîlê, ji aliyê Azerbaycanê ve tê dabînkirin. Serokomar Aliyev û Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi berdewamî tekezî li ser pêwendiyên bihêz ên di navbera herdu welatan de dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin