PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Kercewsê mîdîbusa ku rêwiyan dibir wergeriya û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
Her 5 kesên ku birîndar bûn, wan bi ambûlansan birin nexweşxana Kercewsê û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.
Navên mirî û birîndaran nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin