Saredarê Tehranê: MOSSADê sîstemên me hack kirin!

Saredarê Tehranê: MOSSADê sîstemên me hack kirin!

PeyamaKurd - Serokê şaredariya paytexta Îranê Tehranê Mehdî Çemran, li ser hackkirina sîstemên şaredariyê daxuyanî da û got, Saziya Îstixbarata Îsraîlê (MOSSAd9 sîstemên şaredariya Tehranê bi hackkirinê têk birine.

Çemran ji medya Îranê re gotiye: “Êrîşa Sîberî ya ser hemû sîstemên çalak ên dewletê berdewam in û hewce ye hemû berpirsên hikûmetê agahdar bin.”

Şaredarê Tehranê, herwiha ji ber hackkirina sîstemên şaredariyê û êrîşên sîberî ne tenê MOSSAD dijberên din ên rejîma Îranê jî tohmetbar kir.

Hêjayî gotinê ye, bi nêzîkbûna salvegera mirina “Xumêynî” re, hejmarek sîstemên şaredarî û hemû beşên din li bajarê Tehranê û hin cihên din rastî êrîşên sîberî yên Îsraîlê hatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin