Gn.Scaparrotti vê sibê hat baregeha Încîrlîkê

Gn.Scaparrotti vê sibê hat baregeha Încîrlîkê

PeyamaKurd- Fermandarê hêzên Awrûpayê yê Tevgerê Scaparrotti, Orgeneral Curtis Michael Scaparrotti vê sibê hat baregeha Încîrlîka Adanayê û lêkolînan kir.

Orgeneral Scaparrotti vê sibê bi balafirê hat Încîrlîkê. Li baregehê hêzên koalîsyonê yên li dijî DEAŞê, balafirên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Si’ûdî û yên Qatarê hene. Di heman wextê de fermandariya 10 emîn ya tankêrê ya Tirkiyê ku bi ser artêşa Tirkiyêve ye li baregehêye.

General li baregehê bi 39emîn farmandariya Qanadê Amerîkayê re, bi rêvebirên Tirkiyê û Amerîka re hevdîtin kir. Generalê Amerîkî wê ji Încîrlîkê here Îzmîrê.

Hat ragihandin ku Orgeneral Scaparrotti di hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê de, bi piranî li ser bûyerên bakûrê Sûriyê rawestiyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin