Nordic Monitor: AKPê 65 milyon dolar bertîl ji Qeterê sitendiye

Nordic Monitor: AKPê 65 milyon dolar bertîl ji Qeterê sitendiye

PeyamaKurd - Berpirsekî AKPê Ahmet Berat Çonkar, bi awayekî neyînî li gel efserekî pile bilind ê dezgeha hewalgiriya (îstîxbaratî) ya Qeterê, 65 milyon dolar bertîl wergirtiye.

Li gor belgeya malpera Nordic Monitor eşkere kiriye, General Sinan Surer Berpirsê beşa hewalgiriya biyanî ya artêşa Tirkiye, di derbarê vê bertîl wergirtina Ahmet Berat Çonkar sonda yasayî xwariye li daîreya navenda hevbeşa giştî ya ji bo nirxandinên zanyariyan û di belgeyekê de radigihîne ku li gor wan zanyariyên hewalgiriyan, ji çavkaniyeke agahdar ve ew pere wergirtine. Ahmet Berat Çonkar berî birêveçûna civîna Komîteya Karubarê Derve ya ji bo pejirandina yasayek ku rê bide yekîneyên serbaziyên Tirkiye, li Qeter bi cîh bibê li gel efsereke pile bilind ê Dezgeha Hewalgiriya Qeterê civiya ye û 65 milyon dolar bertîl wergirtiye.

Ahmet Berat Çonkar di sala 2014an heta 2016an, berpirsê Komîteya Karubarê Derve yê Parlemena Tirkiye bûye û di dema pejirandina vê rêsayê di 02.03.2015an de, berpirsê komîteyê bûye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin