Sê dewlet ji endamtiya ECOWASê vekisiyan

Sê dewlet ji endamtiya ECOWASê vekisiyan

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê (AFB) Musa Faki Muhamed ragihand ku dewletên Malî, Bûrkîna Faso û Nîjer ji Yekîtiya Dewletên Afrîka Rojava ya Aboriyê vekişiyane û bi biryara wan jî xemgîn bûye. Muhammed bang kir ku diyaloga navbera endamên ECOWASê xwurt bikin.

Di daxwuyaniya Muhamed de hat gotin ku ciyê yekîtiyê tije nabe û divê hevkariya yekîtiyê bê xwurtkirin. Her sê dewletên ku sînorê wan bi deryayê re tine biryara veqetîna ji yekîtiyê di 28.01.2014an de dabûn.

Endamên ECOWASê; Benîn, Bûrkina Faso, Cabo Verde, Fildişi Sahili, Gambiya, Gana, Gine, Gine Bissau, Liberya, Mali, Nijer, Nijerya, Senegal, Sierra Leone û Togo ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin