Tirk ji Îsraîlê re dibêjin: "Weke me nebin"

Tirk ji Îsraîlê re dibêjin: "Weke me nebin"

PeyamaKurd - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand: "Em bi tundî qanûna 'Netewedewleta Cihûyan' ku li Parlamentoya Îsraîlê hat qebûlkirin şermezar dikin."

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê Qanûna Netewedewleta Cihûyan ya ku li meclisa Îsraîlê qebûl bû got, "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku bertek nîşanî vê bêedaletiyê bidin ku li ber çavên hemû dinyayê diqewime."

Kalin, derbarê qanûna 'Netewedewleta Cihûyan' a ku îro li Parlamentoya Îsraîlê hat qebûlkirin de ji çapemeniyê re nirxandin kirin.

Kalin wiha axivî, "Em bi tundî qanûna 'Netewedewleta Cihûyan' ku li Parlamentoya Îsraîlê hat qebûlkirin şermezar dikin."

Kalin herwiha got, "Ev gavekî nijadperest e ku hewl didin bi qanûnî xelkê Filistînê ji axa wan paqij bikin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em bangî civaka navneteweyî dikin ku bertek nîşanî vê bêedaletiyê bidin ku li ber çavên hemû dinyayê diqewime."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin