Netanyahu: DYA çekan nasîne

Netanyahu: DYA çekan nasîne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku di hatina çekên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo Îsraîlê de, li gorî 4 meh berê, kêmbûneke mezin heye û angaşt ku ji bilî hin parçeyên çekan piraniya çekan nehatine şandin.

Netanyahu di civîna heftane ya kabîneya xwe de di derbarê hatina çekan a ji aliyê DYAyê de axivî.

"Me gellek caran daxwaza şandina çekan kir, lê belê..."

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu diyar kir ku li gorî 4 meh berê şandina çekan a ji DYAyê ya ji bo Îsraîlê de "kêmbûneke berbiçav" heye û destnîşan kir ku di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên DYAyî re wan gelek caran daxwaza lezkirina arastekirina çekan kirine, lê belê rewş nehatiye guhertin.

Netanyahu got: "Hin parçeyên kêm çekan hêdî tên, lê belê piraniya çekan nehatine şandin û em astengiyan dikêşin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin