PeyamaKurd – Serokê Eniya Niştimaniya Iraqê Eyad Ellawî ji Şefeq Newsê re da zanîn, hemû cîhan henekên xwe bi Iraqê dike.
Eyad Ellawî diyar kir: “Nakokiyên pêkhateyên Iraqê dibe sedemê avabûna hikûmeteke bê hêz û bê desthilat.”
Ellawî ku beşdarî hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Iraqê nebû û eşkere kir: “Encamên vê hilbijartinê me dizanî, niha ji ber bûyerên proseya siyasî, hemû cîhan henekên xwe bi Iraqê dike.”
Ellawî di berdewamiyê de destnîşan kir: “Tevgera Sedir bi tenê nikare hikûmetekê pêk bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin