PeyamaKurd – Terefê hukumeta Yemenê ya ku heye û Hûsiyên ku li hemberê hukumetê şer dikin, demekiye ku hevdîtinên li ser guhertina esîran an ku dîlan dikin û di encamê de peymanekî di navbera wan de hat îmzekirin. Li gor peymanê; dîlên Hûsiyan yên ku di destê hukumetê de ne, ji wan 360 dîl gihan payîtexta Yemenê Sanayê û 129 dîlên hukumetê yên ku di destê Hûsiyan de bûn, ji Sanayê hereket kirin.
Li gor televizyona di destê Hûsiyan de tv ya El- Mesira ragihandiye ku berpirsê Hûsiyan yê ji dîlan berpirse Abdulqadir Murteza li Sanayê civîna çapemeniyê kiriye û ragihandiye ku balafirên dîlên Hûsiyan hildigirtin, 360 esîran gihandine Sanayê.
Divê heya niha balafira 4 em ya ku tê de 110 dîl hene, bigihê Sanayê. Murteza ragihand ku roja înê wê ji balafirgeha Adenê 200 esîrên din jî bigihên Sanayê. Sana wê 150 esîrên din jî berde.
Li hemberê berdana esîrên Hûsiyan du balafirên ku di wan de 129 esîr hebûn, ji Sanayê rabûne ku di nava wan de 15 Si’ûdî û 5 kes jî Sûdanî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin