PeyamaKurd – Lêkolînerên Amerîkî tesbît kirin ku li rojavayê bakûrê Çînê bo fuzeyên balistik yên navqitayan ji sedî zêdetir siloyên nûh hatine avakirin. Lêkolînerên Navenda James Martin ya beglêgirtina belavbûna sîlihên nukleerî, ji satalaytê dîmenan bi dest xistine ku li Çînê li nêzî bajarê Yûmenê di nav bi sedan km2 de, li ciyên ku çole an çandinî lê nabe, xebatên sehayê dewam dikin.
Lêkolînerên Amerîkî dibêjin ku ji sedî zêdetir silo tên avakirin ku gelkî dirûvên wan bi sîloyên avakirî yên ku fuzeyan jê bavêjin dixin. Avakirina van sîloyan li gor yê Rûsyayê û Amerîkayê nîşan didin ku guherîneka zêde di xweçekdarikirina nukleerî de li Çînê heye. Lê nayê zanîn bê di her sîloyekê de çend fuze dê bên bicîhkirin.
Jimara fuzeyan dibe ku ji yên tên texmînkirin kêmtir bin jî ji ber ku berê Çînê sîloyên weha avakiribû lê di wan de fuze nehatibûn bicîhkirin. Tenê weka şeklî bo çavtirsînê hatibûn avakirin. Serokê tîma ku van lêkolînan dike Jeffrey Lewis bo rojnama Washington Poste ragihandiye ku meziniya avahiyan gelkî zêdeye û dixwazin ewlehiya xwe zêdetir bikin.
Bi tevahî jimara sîloyan bi yên berê re gihaye 145 sîloyan û sedema ku Çîn hêza xwe ya nukleerî zêde dike, eger Amerîka êrîşekî bibe ser Çînê, dixwaze nîşan bide ku ew jî dikare mîsîlleme bike.
Pentagonê berê li ser zêdekirina sîlihên nukleerî yên Çînê raporekî amade kiribû û hişyarî dabû welatê xwe. General Charles Richard ê ku berpirsê hêzên nukleerî yê Amerîkayê ye, di meha nîsanê de bo kongreya Amerîkayê axifîbû û balê kişandibû ser zêdekirina fuzeyên bi serik ên nukleerî yên ji aliyê Çînê de.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di meha sibata borî de ragihandibû ku dê rêvebiriya Biden bo kêmkirina talûkeya Çînê di mijara cepilxaneya nukleerî de, dê kontrola sîlihan dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin