HPG: Fermandara Zapê di êrîsa balafiran de can da

HPG: Fermandara Zapê di êrîsa balafiran de can da

PeyamaKurd - Baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, fermandareke wan di êrîşeke balafirên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye. 

Navenda Ragihandinê ya HPGê îro ragihand ku Fermandara Eyaleta Zapê, Hêlîn Helena roja 20ê Tebaxê di êrîşeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, 20ê vê mehê Eyaleta Zapê li Herêma Parastina Medyayê bombebaran kirin û di encama vê bombebaranê de, Endama Fermandariya Eyaleta Zapê, Hêlîn Helena (Leyla Karabaş) şehîd bûye.”

Herwiha HPGê da xuyakirin, ku Leyla Karataş sala 1986an li parêzgeha Yalova ya Tirkiyê ji dayik bûye û sala 2001ê li Mêrsînê tevlî PKKê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin