Rêxistina gerîlla FARC tevli hilbijartinan dibe

Rêxistina gerîlla FARC tevli hilbijartinan dibe

Rêxistina gerîlla ya bi navê FARCê cara yekem wê tevli hilbijartinên Kolombiyayê bibe. Hilbijêrên Kolombiyayê ku li dora 37 mîlyonî ne, siba roja yekşemê wê herin ser sindoqan.

Di hilbijartinan de wê 100 senator û 170 parlementer bên bijartin. Li gor peymana aştiya navbera dewletê û FARCê; wê 5 senatorên wan di senatoyê de û 5 parlementerên wan di parlementoyê de hebin û bi tevahî wê xwediyê 10 kursiyan bin.

Di hevdîtinan de di parlementoyê de heya sala 2026an 10 kursiyên FARCê hatibû garantîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin