Li Bîngolê otobobîlekî gêr bû newalê: 1 mirî, 2 birîndar

Li Bîngolê otobobîlekî gêr bû newalê: 1 mirî, 2 birîndar

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê di navbera bajarê Bîngolê û Erzeromê de otomobîlekî ji kontrola ajotvan derket û gêr bû newalê. Di encamê de ajotvanê otomobîlê Savaş Kayançiçek, Semra Koçak û Neşe Ertaş birîndar bûn. Bûyer ber destê êvarê çêbû û tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê hatin sewqkirin bo ciyê bûyerê. Piştî mudaxeleya ewilî, birîndar bi ambûlansan hatin sewqkirin bo nexweşxaneya dewletê ya Bîngolê.

Li nexweşxanê ajotvan wefat kir û cezanazeyê wî birin morgê da otopsiya cenaze bê kirin. Dermankirina her dû birîndarên din dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin