Mesrûr Barzanî ji malbata Eta Sêx Hesen re sersaxî xwest

Mesrûr Barzanî ji malbata Eta Sêx Hesen re sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser wefata Berdevkê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen, peyameyeke serxweşiyê belav kir û hevxemiya xwe ragihand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya kesayetiyê niştimanperwer û Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Silêmaniyê kak Eta Şêx Hesen bihîst. Pirse û serxweşiyê li malbat û hevalên wî dikim û hêvîdar im xwedêyê mezin bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wî bibexşe.”

Îro 6ê Sibat a 2020an danê sibê, Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen, di otomobîla xwe de bi sekta dil koça dawiyê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin