Rojhilat | 11 xwendekarên Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e

Rojhilat | 11 xwendekarên Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e

PeyamaKurd - Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 11 xwendekarên zanîngehan û çalakvanên sivîl binçav kirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku di nava 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Hat eşkerekirin ku xwendekar û çalakvanên hatine girtin ji bajarên Kerec, Mahabad, Rebet û Merîwanê ne ku hêzên rejîmê ew birine cihekî nediyar û heta niha li ser sedema binçavkirina wan ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin