Li Herêma Kurdistanê 826 girtî hatin berdan

Li Herêma Kurdistanê 826 girtî hatin berdan

PeyamaKurd - Encûmena Dadperwerîyê ya Herêma Kurdistanê bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hejmarek girtî bi merc serbest berdan.

Encûmena Dadperwerîyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 159, li Silêmaniyê 348 û li Duhokê 319 girtî, bi tevahî 826 girtî hatin berdan.

Herwiha hat diyarkirin ku ev berdan bi merc e û di dahatûyê de wê amarên nû werin belavkirin.

Hat zanîn ku ev biryar bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê di nav girtiyan de hatiye standin û beşek ji girtiyan bi awayekî demkî hatine berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin