PeyamaKurd – Gundê Tuteqel ê Çemçemalê danê sibehê bi pêgerên hewayî yên bêmirov (SÎHA) hat bombekirin.
Li gorî zanyariyan, danê sibê gundê Tuteqel ê girêdayî bajarokê Ağcalerî yê navçeya Çemçemalê bi SÎHAyê hatiye bombekirin.
Hat zanîn ku heta niha nayê zanîn di encama bomberdûmanê de ziyanên canî hene yan na û heta niha jî UCAV li herêmê tên dîtin.
Gundê Tuteqel di 21ê Gulana 2022an de bi balafireke bêmirov a artêşa Tirk hatibû hedefgirtin. Rêxistina CPT ya Amerîkayê ragihand ku di êrîşê de 3 PKKyî û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê êrîşa navborî de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin