Zelensky, 100 rojên ser nirxandin: Serkeftin a me ye

Zelensky, 100 rojên ser nirxandin: Serkeftin a me ye

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky, di roja 100an a şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de ragihand ku 100 roj in ew Ukraynayê diparêzin, ji ber vê yekê jî serkeftin a Ukraynayê ye.

Vladimîr Zelensky, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, rewşa şerê 100 rojan nirxand. Zelensky got, “Serokê Partiya Xizmetkarên Ukraynayê Davis Arakhamia li vê derê ye, Berdevkê Ofîsa Serokatiya Dewletê Andrey Ermak li vê derê ye, Şêwirmendê Ofîsa Dewletê Mihail Podolyak li vê derê ye, Serokê Dewletê li vê derê ye. Tîma me hîn mezintir e. Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li vê derê ne. Ya herî girîng jî mirovên welatê me li vê derê ne. 100 roj in em Ukraynayê diparêzin. Serkeftin a me ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin