PeyamaKurd – Koşka Kremlînê bi daxuyaniyekê tohmetên Serokwezîrê Polandayê yên Rûsya weke berpirsyarê qeyrana penaberan li deverên sînorî yên Belarus û Polandayê dibîne, red kir.
Li gor Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re diyar kir: “Baweriya me ew e ku daxuyaniya Serokwezîrê Polandayê û tohmetbarkirina me bi derxistina qeyrana penaberan, reftareke neberpirsyarî ye.”
Dmitriy Peskov destnîşan kir, Rûsya van daxuyaniyan red dike û bi tu awayî cihê qebûlkirinê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin