PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Hezîranê bi peyamekê şewitandina Quranê li paytexta Swêdê Stockolmê ku doh di roja yekem a Cejna Qurbanê de ji aliyê welatiyekî iraqî ve li ber mizgeftekê ew çalakî hatibû kirin, şermezar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez şewitandina Qurana pîroz şermezar dikim. Daxwaz dikim ku li her derê, rêz li hemû kitêbên pîroz yên asmanî were girtin û rê li ber têkdana pêkvejiyanê were girtin.”
سەرکۆنەی سووتاندنی قورئانی پیرۆز دەکەم. داواکارم هەموو کتێبە ئاسمانییە پیرۆزەکان رێزلێگیراوبن لە هەموو شوێنێک و رێگە بگیرێت لە تێکدانی پێکەوەژیان.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 29, 2023
Hêjayî bibîrxistinê ye, çalakiya şewitandina Quranê piştî destûra polîsê Swêde hatibû kirin û welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin