Serokê Vatîkanê: Dê alîkariyên bo pêsxistina Kurdistanê bidomin

Serokê Vatîkanê: Dê alîkariyên bo pêsxistina Kurdistanê bidomin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin serdana xwe ya Kurdistanê ku îro destpê kir berdewam dike.

Pietro Parolin piştî civîna bi Serok Mesûd Barzanî re, bi Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinek kir.

Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de, cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh û sersala nû ya zayînî li kardinal Pietro Parolin pîroz kir û silavên taybet ji Papayê Vatîkanê Francis re rê kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, li ser rewş û rola pêkhateyên olî û netewî, xwedîderketina û hewandina koçberên mesîhî li herêma Kurdistanê hat axaftin.

Barzanî di hevdîtinê de behsa çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û got, “ Wek her gavekê mesîhiyan em wek beşeke resen a vê civakê dibînin û xwedî li wan derdikevin û hewandina wan jî wek erkê mirovperweriya gelê xwe em dizanin."

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku bi alîkariya hemû aliyan ve hewayekî baş bê xuliqandin ji bo ku birayên Xirîstiyan welat bicîh nehêlin û tevgera koçberiyê berevajî bibe û bi rihetî vegerine ser erd û cihên xwe yên resen.

Serokwezîrzê Vatîkanê kardinal Pietro Parolin jî spasiya hikûmeta Vatîkanê ji herêma Kurdistanê re ragihand û hêvî xwest, aştî û seqamgirî vegere navçeyê.

Parolin, pesnê rola herêma Kurdistanê û xwedî derketin û dabînkirina hemû pêdiviyan bo koçberan bilind nirxand û destnîşan kir ku dê Vatîkan di pêşkeşkirina alîkarî û piştevaniyê ji bo pêşketina zêdetir a herêma Kurdistanê bidomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin