PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê John Kirby piştî 30 sal di artêşa Amerîkayê de xebitî bû berdevkê wezareta karê bergiriyê yê Amerîkayê. Kirby di civîna çapemeniyê ya li Pentagonê de xwe negirt û kelegirî bû, rondik ji çavên wî hatin û dengê wî lerizî. Kirby li ser şerê Ûkraynayê serokê Rûsya Putin xist hedefa xwe û weha got:
“Nêrîna li wêneyan nîşan dide bê kîjan serok bi kîjan mantiqî van tiştan kiriye, zahmete mirov bêje. Ji ber wê, ez ê nikaribim di derbarê derûniya Putin de tiştekî bêjim lê em dikarin li ser nebûna exlaqê wî biaxifin.
Ez psikolog nînim. Mi bi zahmetî ji zankoya Floridayê diploma dîrokê sitend. Ez nikarim behsa derûniya Putin bikim. Gelek zahmete ku mirov li kiryarên wî binêre. Mirov dikare li leşkerên wî binêre bê li Ûkraynayê çi kirine, bê kîjan kesê bi exlaq dikare maf bide kiryarên wî?
Ji bo şerê li ser Ûkraynayê ku Rûsya daye destpêkirin, sedemên ku ji bo şer nîşan dide rast nînin. Tevgerên wî em aşkera bêjin, ew tiştên ku li ser Naziyên Ûkraynayê dibêje tiştên beredayîne. Parasvanên Rûsên li Ûkraynayê û parastina ku Rûs berjewendiyên xwe diparêzin, yek ji wan jî ji aliyê Ûkrayna de nehatibû tehdîdkirin.”
John Kirby, di civînê de her weha behsa alîkariyên ku ji Ûkrayna re hatine kirin, kir û got ku 160 pisporên Amerîkayê li baregeha Almanya ji bo leşkerên Ûkraynayê, li ser sîstemên leşkerî perwerdê didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin