PeyamaKurd- Serokê Tunisê Qeys Said ragihand ku welatê wî, di pirsa koçberiyê de ne razî ye bibe parêzvanê sînorê Ewropayê.
Serokomarê Tunusê Seîd, li bendera Sfax a ku ji bo koçberên hewil didin derbasî Îtalyayê bibin cihê derketina sereke ye axivî û got, "Çareserî dê zirarê nede Tûnisê. Em nikarin bibin notirvanên welatên wan."
Ev daxuyanî tenê rojek beriya serdana serkirdeyên Ewropî tê ku ji hejmara koçberên ku ji Deryaya Sipî derbas dibin, nîgeran in.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî diyar kir ku Tunis di maliyeya giştî de bi qeyranê re rû bi rû ye û diyar kir ku ew ê di serdana xwe ya îro ya bi Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen re îro alîkariyê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin