PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Pakistanê Newaz Şerîf li ser biryara dadgehê ku cezayê hepsê lê hatibû birîn, vegeriya welat û teslîm bû. Şerîf bi keça xwe re vegeriya welat, beriya ku bêne pêşberî qelebalixa ku hatibûn balafirgehê bo pêşwazîkirina wan ji aliyê polêsan ve hate girtin.
Newaz Şerîf serdana hevjîna xwe ku li Londrayê tedawî dibû kir û vê sibehê ji Brîtanya derketibû di ser Ebû Dabiyê re bi du seet derengmayinê gihişte bajarê Lahorê
Ji sê dozên ku der heqê Newaz Şerîfê 68 salî de hatibûn vekirin ji ya ewil “Doza Avenfield” biryara 10 sal cezayê hepsê û 8 mîlyon sterlîn derketibû. Di heman dozê de ji bo keça wî Meryemê jî biryara 7 sal cezayê hepsê û 2 mîlyon sterlîn hatibû dayîn, keça wî jî ligel wî vegeriya û teslîm bû.
Li ser daxuyaniya Şerîf ku beriya niha ragihandibû: “Ezê vegerim Pakistanê û bikevime hepsê” partiya wî Lîga Misilmanên Pakistanê - Newaz bo pêşwazîkirina serokê xwe li seranserê welat bangewazî kiribû lê beriya ku Şerîf derkeve pêşberî qelebalixê ji aliyê polêsan ve hate girtin.
Şerîf û Keça wî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bo girtîgeha Adîalayê hatin neqilkirin ku ew ê cezayê xwe li wir derbas bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin