PeyamaKurd – Hikûmeta Swîsreyê di derbarê çareseriya krîza genim a ku piştî şerê Ûkrayna-Rûsyayê derket de, piştigiriya xwe ji bo Tirkiyê ragihand û diyar kir, em destekê didin koordînasyona sewqiyatê ya ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Swîsreyê de, di derbarê mijarê de hat gotin: “Em pêşwaziyê li yekem sewqiyata keştiya genim a 12 hezar tonî ku gihîşt Tirkiyê dikin.
Di peyama piştgiriyê de, giringiya Peyana Dexl a Deryaya Reş ji bo ewlehiya xwarinê ya navneteweyî hat destnîşankirin û hat gotin ku ew ê ev rehetiyeke mezin bide civakên pêdiviya wan bi dexl heye.
Bi hîmayeya Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di 22yê Tîrmehê de li Stenbolê, di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî de, “Belgeya Peyana Sewqiyata Maddeyên Zad û Xwarinê Bi Awayekî Ewledar ji Benderên Ukraynayê” hat îmzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin