Îran bi sedema sîxuriyê dike yekî Îsweçî kir zîndanê

Îran bi sedema sîxuriyê dike yekî Îsweçî kir zîndanê

PeyamaKurd – Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku yekî ji Îsweçê ji roja ku ketiye nav sînorê Îranê heya niha hatiye şopandin û heman kes têkiliyên wî bi Îsraîlê re çêbûne û wî xistine zîndanê. Wezaretê weha got:

“Kesekî ku hemwelatiyê Îsweçê ye, hat tesbîtkirin ku xebatên sîxuriyê kiriye û hatiye zîndanîkirin. Kesê hat zîndanîkirin ji aliyê hêzên me de çûn û hatina wî ya Îranê dihat şopandin. Kesê girtî li Îranê tora têkiliyên bi guman vedigirt, tevgerên nav Îranê, bajarên ku çûyê, têkilîyên daniye û seredanên ku kiriye di bin taqîba me de bûne.

Kesê Îsweçî çûye Îsraîlê û li Îranê ew sîxurên ku ji welatên dinin û di bin şopandina îstîxbarata Îranê de ne, bi wan re jî têkiliyan daniye.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Emir Abdullahiyan, berê li ser cezakirina dozgerê berê yê Îranî Hamid Nûrî ku Îsweçê cezayê heya bi heyayê dabûyê, bi wezîra karên derve ya Îsweçê re di rêya telefonê de axifîbû û xwestibû ku Îsweç Hamid Nûrî serbest berde.

Li ser vê mijara berê dibe ku Îranê hemwelatiyê Îsweçê ji ber Hamid Nûrî desteser kiribe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin