Ji Serokê Filîstînê silav bo Serok Barzanî

Ji Serokê Filîstînê silav bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Filîstînê yê li Hewlêrê Nezmî Hazurî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li Selahedînê hevdîtinek ligel Konsolê Giştî yê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hazurî pêk anî.

Di hevdîtinê de Nezmî Hizurî, silavên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas gihandin Serok Barzanî û pêzanînên xwe bo rola Serok Barzanî ya bo seqamgiriya Kurdistan, Iraq û herêmê herwiha bo xebatên pêşvebirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhateyên netewî û olî, anîn ziman.

Di vê civînê de axaftin li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Filistînê de û herwiha dozên rewa yên herdu netewan jî hatin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin