PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îro ragihand ku wan ferman daye ku ji Lockheed Martinê 25 balafirên F-35 ên din ji bên kirîn da ku hejmara F-35ên di destê Îsraîlê de bigihîje 75an.
Hat diyarkirin ku bi peymaneke giştî ya 3 milyar dolarî, fîloya din a F-35an wê tevlî hêzên asîmanî ya Îsraîlê bibe. Tê çaverêkirin ku di mehên pêş de peymana dawî ya li ser balafirê di navbera Amerîka û Îsraîlê de bê destnîşankirin.
Her wiha hat diyarkirin ku heta niha, balafirên di envanterê de li Baregeha Asîmanî ya Nevatim di firqeyên 140, 116 û 117 de dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin