Biden: Me dest bi êrîsan kir, ev hê destpêk e!

Biden: Me dest bi êrîsan kir, ev hê destpêk e!

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wan îro dest bi bersivdayina êrîşa baregehê kiriye û ev bersiva leşkerî "di dem û cîhên ku wan tercîh dikin de" wê berdewam bike.

Artêşa Amerîkayê ji bo êrîşa li Urdunê ku 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn operasyoneke bersivdayînê da destpêkirin. Hat ragihandin ku li Iraq û Sûriyeyê zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, hatin xistin.

Biden di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên hewayî de wiha got:

“Li gor talîmatên min, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li cihên ku ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên ku piştgiriya wan dikin ji bo êrişkirina hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê bikar tînin, kirin. Mudaxaleya me îrodest pê kir. Wê li cih û demên ku em hilbijêrin berdewam bike."

Herwiha got,

"Em ne li Rojhilata Navîn û ne jî li devereke din şer dixwazin. Lê her kesê ku dixwaze zirarê bide me divê vê yekê bizane: Heke hûn zirarê bidin Amerîkîyek, em ê bersivê bidin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin