PeyamaKurd- Li gorî raporta herî dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), tevî pirsgirêkên zincîra peydakirinê yên têkildarî ketina hundiran a ji ber şewba Covid-19ê, firotana çekan a di asta cîhanî de sala borî zêde bûye.
Li gorî raporta sala 2021ê, 100 kompaniyên sereke yên çekan ên cîhanê di sala 2021ê de bi buhayê 592 milyar dolaran xizmet û çekên giran firotine.
Di raportê de hat ragihandin ku ev yek li gorî sala 2020î ji % 1,9 zêde bûye. Hat destnîşankirin ku zêdebûn ji sala 2020î zêdetir e, lê belê ji zêdebûna navînî ya çar salên beriya pandemiya Covid-19ê, kêmtir bûye.
Li gorî daneyên SIPRIyê, piraniya alavên parastinê hîn jî bi gelemperî ji pargîdaniyên Amerîkî tên kirîn.
Li gorî raporta hat eşkerekirin, 5 kompaniyên destpêkê jî di nav de 40 kompaniyên Amerîkayê, ji 100ê pêşîn ve di hemû firotinên çekan de ji %51an pêk tîne.
Her wiha hat diyarkirin ku Çîn bi pargîdana ji %18an di rêza duyem de ye û ji % 6,8 jî Brîtanya Çînê dişopîne. Di pey re jî ji % 4,9 Fransa, ji % 1,6 Almanya di rêza lîsteyê de cihê xwe digirin.
Li gorî raportê, para Rusyayê, beriya şerê li Ukraynayê ji %3 bûye û piştî şer ev rêje derketiye ji %0,4an.
Her wiha hat eşkerekirin ku kompaniyên çekan ên Rusyayê, ji ber şerê li Ukraynayê, hilberîna çekan zêde kirine û di dabînkirina nîv bandorê de zehmetiyan dikişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin