Podolyak: Planên Rusyayê, bi cih nehatin

Podolyak: Planên Rusyayê, bi cih nehatin

PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokê Dewleta Ukraynayê Mihaylo Podolyak, banga seferberiya beşkî ya Rusyayê nirxand. Podolyak da zanîn ku wateya vê bangê ew e ku planên Rusyayê bi cih nehatine.

Mihaylo Podolyak, li ser banga Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a seferberiya beşkî ku di raya giştî ya cîhanê deng veda, nirxandinek kir û diyar kir ku ev yek nîşaneya bicihnehatina planên şer ên Rusyayê ye.

Podolyak got, “Vladimir Putin, hewil dide ku tawanê derxistina şer a belasebeb û rewşa aboriyê ya ku ber bi xirabiyê ve diçe, li welatên Rojava bar bike.”

Vladimir Putin, di axaftineke xwe ya qenala televîzyonê de ragihandibû ku wî, biryarnameya seferberiya qismî destnîşan kiriye.

Her wiha Putin dabû zanîn ku ew piştgiriya biryara serxwebûnê ya li herêmên Herson, Zaporijya û Donbasê yên Ukraynayê dike û gotibû ku

“Heger yekparçeyiya axa me bikeve bin gefan, ew ê Rusya hemû rêyên heyî bi kar bîne û ev ne hewila xapînokiyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin