Li balafirgeha Varsovayê di çentê kesekî de bomba dest hat dîtin

Li balafirgeha Varsovayê di çentê kesekî de bomba dest hat dîtin

PeyamaKurd – Li balafirgeha Varşova payîtexta Polonyayê ya bi navê Chopin de, di çentê rêwiyekî de bombeyekî destî û 4 fişekên çapa wan 5,56 mm. hatin dîtin. Li ser bûyerê 400 kesê ji balafirgehê hatin tehliyekirin.

Balafir ji Varşovayê diçû Dubaiyê. Kesê hat girtin yekî 41 saliye û hemwelatiyê Afrîka Başûr e. Hêzên asayîşê sayîşê tîmên îmhakirina bombeyan xwest balafirgehê û kesê Afrîkî desteser kirin.

Rêyên ku diçin balafirgehê tev ji bo çûnûhatê hatin girtin. Rêwiyê xwediyê bombê, ji Ûkrayna çûye Polonyayê û ji bilî bombe û fişekan di çentê wî de tiştekî din nedîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin