PeyamaKurd - Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku pêşketineke baş û berbiçav di çarçoveya mekanîzmeya Ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbûye.
Bi daxuyaniyekê hevpeyamaniyê eşkere kir ku 'pêşketinên mezin di warê qonaxa yekê ya mekanîzmeya ewlekariyê de pêk tên.'.
Hevpeymaniyê diyar kir, wan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo vedîtina mewziyan û rakirin wan da ku metirsiyên Tirkiyê ji holê rabin çend caran dewriyeyên hevbeş pêk anîne.
‘WÊ MEWZIYÊN TIRKIYÊ ACIZ DIKIN BÊN RAKIRIN’
Herwiha hevpeymaniyê da zanîn ku Hevpeymanî û Tirkiyê 4 caran bi balafiran li ser herêmê geriyane.
Hevpeymaniyê da xuyakirin ku wê hevdîtin û danûstandin bi Tirkiyê re têkildarî hin ziraviyê din dewam bikin û hin mewziyên ku Tirkiyê aciz dikin, wê werin rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin