PeyamaKurd- Piştî geşedanên serhildana demkî, di derbarê koma çeteyên Rusyayê Wagnerê de daxuyaniye nû hat dayîn.
Berdevkê Serokatiya Komara Afrîkaya Navîn Albert Yaloke Mokpem ragihand ku îdiayên ku dibêjin koma çete ya Rusyayê Wagner ji welêt derket, ne rast in û ev leşker tenê "rotasyonê" dikin.
Mokpem destnîşan kir ku leşkerên Wagnerê ji welêt venekişiyane û got ku hinek ji wan diçin û hinek jî vedigerin.
Hatibû îdiakirin ku leşkerên Wagnerê yên li Komara Afrîkaya Navîn ku tê texmînkirin nêzî 2 hezar çeteyên Rusyayê lê hene, dest bi vekişîna ji welêt kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin