PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku rojnameya Washington Postê xwe dispêre çavkaniyên Pentagonê, tesîsên berevaniya asîmanî ya Ukraynayê, dê di dawiya meha gulanê de biqedin.
Li gor nûçeya ku di Rojnameya Washington Postê de li ser belgeyên veşartî yên Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) û îstixbaratê derketiye holê, derfetên pergalên berevaniya asîmanî yên menzîla navîn a Ukraynayê, dê heta 23yê Gulanê bi temamî xilas bibin.
Hat diyarkirin ku di belgeya Pentagonê ya ku di gotarê de cih girtiye de ev agahî hene:
“Di 23yê Gulanê de dê derfetên dabînkirina parastina asîmanî ya menzîla navîn, ji bo parastinê bi tevahî biqede. Tê texmînkirin ku Ukrayna dê 2 yan 3 pêlên din ên êrîşan li ber xwe bide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin