PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Ercîş a bi ser Wanê li gundê Teşilovayê, duhî bi şev gur ket axwura miyan û di encamê de 6 miyan kuşt û 7 miyan jî birîndar kir. Xwediyê axwurê Huseyn Halisdemirê 70 salî rewşê ji muxtar re got û muxtar mijarê ji rêvebiriya çandiniyê û şaredariyê re got.
Rêvebiriya çandiniyê çû ciyê bûyerê û ji miyên birîndar re aşiya qûdûzê kirin. Xwediyê miyan ji dewletê destekê xwest ji ber ji ajalvanan re 6 mîh jimareka zêdeye û maddiyata wê zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin