Çînê avakirina 14 ambarên mezin ên bicihkirina mosekên atomî temam kir!

Çînê avakirina 14 ambarên mezin ên bicihkirina mosekên atomî temam kir!

PeyamaKurd – Zanyarên Amerîkayê ragihandine ku li rojavayê Çînê li qadake mezin ambarên bicihkirina zêdetirî 100 moşekên nukleerî hatine avakirin.

Federasyona Zanyarên Amerîkayê (FAS) di raporekê de eşkere kiriye ku di dîmenên ji fezayê yên herêma Sîncan a Uygurê de, qadeke mezin a ku 110 depoyên hildigire hatiye dîtin.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku li Çoltera Gobiyê jî 14 depoyên bicihkirina fuzeyên atomî bidawî bûne û ji bo 19ên din jî xebat têne kirin.

Rayedarên Pentagonê li ser vê raporê destnîşan kirine ku komkirina çekên nukleerî ji aliyê Çînê ve cihê metirsiyê ye.

Herwiha rayedarên Amerîkayê berîya niha jî ragihandibûn ku Çîn difikire stoka xwe ya dora 200î ya serikên nukleerî bi qasî du qatan zêde bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin