PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yê her sê welatan yên Tirkiye, Îran û Rûsyayê li Cenewreyê hatin cem hev da li ser lîsteya komîsyona avakirina qanûna bingehîn ya Sûriyê li hev bikin lê li ortê lîste tine ye. Hevdîtina wan li Cenewre li baregeha Neteweyên Hevgirtî çêbû.
Tenê wezîrê karên derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku di lihevkirinê de hatine asteka girîng. Di serî de hat gotin ku wê komîte ya Amadekariyê ji 50 kesî pêk were lê niha derxistine 150 kesî. Rejîm ji xwe re 50 kesî, muxalefet 50 kesî û temsîlkarê Netweyên Hevgirtî yê taybet yê Sûriyê De Mistura wê 50 kesî bibijarta. Lê Sûriye di gelek mijaran de xwe nade ber van 50 kesên dawiyê.
Her 50 kesên dawiyê yên ku wê De Mistura bibjarta ji kesayetiyên berçav, zana, rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin