PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 33 kesên din bi vîrusa korona ketine û 7 nexweş jî baş bûne.
Di daxuyaniya Desteya Tenduristiyê de hat eşkerekirin, ji 33 pêketiyan 2 kes li Qamişlo, 2 kes li Hesekê, 2 kes li Til Temir, 4 kes li Dêrikê, kesek li Girkê Legê, 2 kes li Kobanî, 5 kes li Reqayê, 2 kes li Dêrezorê, 6 kes li Tebqa, 4 kes jî li Minbicê, kesek li Şehba û 2 kes jî li Kampa Holê ne.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku 7 nexweşên koronayê jî baş bûne û di nav du rojên dawî de ti haletên mirinê nehatine tomarkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser heta niha 8 hezar û 285 kes bi Covid-19 ketine, 284 kes ji pê mirine û 1170 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin