Hat îdiakirin ku Bob Menendez wê îstifa bike

Hat îdiakirin ku Bob Menendez wê îstifa bike

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Senatorê Demokrat Bob Menendez ê ku li DYAyê ji ber sûcên gendelî û bertîlê hat darizandin û ji aliyê heyeta dadgehê ve sûcdar hat dîtin, wê di 20ê Tebaxê de ji wezîfeya xwe îstifa bike.

Rojnameya Washington Postê ku li ser zarê du çavkaniyên bi agahiyê ve girêdayî ye, diyar kir ku Menendez biryar daye ku ji 20ê Tebaxê ve dest ji kar berde.

Hat destnîşankirin ku Menendez ê ku li Senatoya Amerîkayê bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Tirkiyeyê hat bibîranîn, piştî ku ji aliyê heyeta dadgehê ve sûcdar hat dîtin, di encama zextên zêde yên endamên partiya xwe de ev biryar girt.

Ew bi tawanên gendelî û bertîlê sûcdar hat dîtin

Serokê berê yê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê û Senatorê New Jersey Menendez ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi bertîl û gendeliyê dihat darizandin, di 16ê Tîrmehê de li New Yorkê ji aliyê heyeta dadgehê ve sûcdar hat dîtin.

Heyeta dadgehê biryar da ku Menendez ji her 16 tawanên cuda sûcdar e, di nav de wergirtina bertîl, astengkirina dadweriyê bi zexta li ser lêpirsînên li dijî wî û tevlêbûna çalakiyên ji bo welatekî biyanî.

Hat diyarkirin ku Menendez ji ber her maddeyên ku jê re sûcdar hatiye dîtin, dibe ku heta 20 salan cezayê girtîgehê bixwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin